Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberê desteyeka tora tîrorîsta el-Qaîde li Iraqê hate desteser kirin - 2005-02-25


Desthelatdar li Iraqê dibêjin hêzêt parastina Iraqê rêveberê desteyeka tora tîrorîsta el-Qaîde ku edî’a heye berpirsyare ji hejmareka ser jê kirinan destesr kir.

Hikumetê navê rêveberê wê desteyê eşkera kir, ku bi Mohammed Najam Ibrahim da pênasîn, û got wî ji nêzîkve kar yê ligel rêveberê mezin yê tîrorîstan Abu Musab al-Zarqawi kirye. Ew li baqube, ku 60 kîlometra ji bakura Bexda dure, hatibu desteser kirin.

Belavokeka resmî ku li roja sêşembî hate belav kirin eşkera nekir kengî ew zelame hatibu desteser kirin. Lê got lêvekoler yê li zanyarîyan digerhin ku ehtîmale harî wan biket hindek endamên dîjî yên rêxistîya el-Zerqawî desteserken.

Karbidestên Iraqî dibêjin Mohammed Najam Ibrahim û birayê wî hejmareka xelkê ser jê kirine û hêriş kirine ser hêzên parastina Iraqî.

Li parêzgeha al-Anbar ya rojava Iraqê, karbidestêt leşkerê Emerîkî dibêjin hêrişên desteser kirina xirapkaran berdewamin.

Wan herwesa ragehand ku merînzekê Emerîkî li roja pênçşembî hate kuştin.

XS
SM
MD
LG