Serokê danustandinên Iranê yê bernama wê ya navokî, Hesen Rohanî, dibêjit ew dê pêrgînîyê li harîkarîya Emerîka ket di danustandinan da sebaret bernama navokî ya welatê wî.
Rêzdar Rohanî îro heynî gote ajansa ragehandina Reuters Iran piştraste danustandinên ligel Firensa, Birîtanya, Elmanya, û Welatên Yêkgirtî yên meha sê dê encamên baş hebin.
Têbînîyên karbidestê Iranî rojekê piştî ragehandina Iranê hat dema gotî ew her roleka Emerîka hebit di danustandinên Iranê ligel welatên Ewrupîda red diket.
Li demê seredana wî bo sê welatên Ewrupî li vê heftîyê, Serok Bush pêrgînî li bizavên Ewrupa kir yên diplomasî bo kontrol kirina bernama wê ya navokî, lê daxazên pişikdarî kirina Emerîka di danustandinan da qebul nekir.
Welatên Yêkgirtî şik diket Iran ya çekên navokî dirust diket û şik heye li ser wan danustandinên Ewrupî ligel Iranê ku pêşve naçin.