Lînkên eksesibilîtî

Serhildayên Taliban 9 serbazên Afghanî li başûra wî welatî kuştin - 2005-02-25


Karbidest li Afghanistanê dibêjin serheldayên Taleban yên guman lêkirî 9 serbazên Afghanî li devera ne aram ya başûrî kuştin.

Karbidestekê hikumeta xûcihî dibêjit ew serbaz li demekê direng li roja pênçşembî hatine kuştin li demê ku nobedarî li devera veder ya Chakul li parêzgeha Helmand li başûrî dikirin.

Peyvdarekê Taleban berpirsyarîya wê hêrişê bi stoyê xweve girêdidet.

Serheldayên Taleban serheldaneka req li seranserî başûr û rojhelata Afghanistanê dest pêkire ewey hêzêt Emerîkî hikumeta Taleban li dumahîya sala 2001 laday.

XS
SM
MD
LG