Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helew Waşinton 25/02/2005 - 2005-02-25


Hebuna leşkerê Surya li Libnanê li sala 1975 dest pêkir û li rêkeftina Tayif ya sala 1989 gift da xwe ji Libnanê vekêşe belê qet ew gift cê bi cê nebû.

û eger nuha fişara cîhanê li ser Surya zêde bibe piştî kuştina serok wezîrê berê yê Libnanê Refîq el-Herîrî, belê ne cara yêkêye civaka nav netewey ji Dimeşqê dixwaze nêzîkî 14 hizar serbazên ji Libnanê der bêxe.

Jibilî vêna, eve pêtire ji salekê Surya tête xetabar kirin bi mayî têkirina xirap di Iraqêde, belê dyare kuştina el-Herîrî dê di destda ruhin be.

Û ragehandina Emerîkî û cîhanê bal kişand ser vê herêmê, belê bi dîtineka cuda. Surya nîşan wesa dane ku dê xwe vekêşe û jimareka nivîskar hunermend û bizavkarên mafê mirovan li Surya daxuyanîyek dane serok Beşar el-Esed heta xwe vekêşe û guherîna bike.

Di bernama Helew Waşinton ya roja 25/02/2005 da me rû kire wê devera gerim. Mêhvandarê bernamê hevkarê me Dexîlê Şemo bû û mêvanên bernamê Dr. Ebdul Rehman Ehmed, li Helebê, û nivîskar û siyasetvan Miş'l Temo li Qamişlo bûn.

( Heke te bivêt guh bideye vê bernamê, vê fayela dengî li ser vî perî klîk bike.)

XS
SM
MD
LG