Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pitir ji 125 kesan îro li Iraqê bi egera peqîna otumbêleka bombekirî hatine kuştin - 2005-02-28


Yêk ji tundutîjtirîn hêrişêt tîrorîstî piştî ladana Sedam Husênî îro li Hile hate kirin û pitir ji 125 kesan hatîne kuştin û jimareka pitir jî birîndar bune. Karbidest li Hile dibêjin çaverê dihête kirin hejmara kuştîyan zêdetir bibit.

Şofêrekê xwekuj otumbêleka bombekirî li komeka mirovan da ku li dervey navendeka saxlemîyê rawestabun û xwe peqand. Ev hêrişe li Hile qewimî li başûra Bexda.

Vê peqandinê cade û bazarêr dewruberave girtin demê xelkê kelupel û fêqî li wêrê dikirîn. Karbidestêt nexweşxana Hile dibêjin heta 110 kesa hatine kuştin û çaverê diken 130 kesêt dî jî birîndar bune, piranîya xelkê bajarê Şî'ene.

Karbidest dibêjin piranîya kuştî û birîndaran polîsêt nuî bun ku li dervey navenda saxlemîyê bun bo fehsa giştî demê otumbêl peqî. Û li Bexda karbidestêt hikumeta Iraqî ragehand ku zir birayê Sedam Husênî hatîye girtin ku yêk bû ji rêberêt xirapkaran li Iraqê.

XS
SM
MD
LG