Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirapkaran hêriş kirine ser dû armanacên leşkerê Iraqî li Bexda - 2005-03-02


Xirapkaran li Bexda dû otumbêlên xwekujî li dû armanacên leşkerê Iraqî peqand ku bi layê kêmîve 10 serbaz hatine kuştin û 28 kesên dî biryndar kirin.

Polîs dibêjin îro çarşembî, hêrişa yêkê li bingeheka leşkerê Iraqî bû ku 6 serbaz hatine kuştin û 25 kesên dî biryndar bûn. Û otumbêla dwê li xaleka lêvekolînê ya leşkerî peqî kû li wêrê çar serbaz hatine kuştin û 3 yên dî biryndar bûn.

Ew hêrişe li duîv kuştina dadpirsê Kurd Barwize Merwani li roja sêşembî û kurê wî yê parêzer Aryan Merwani qewimîn, ku herduka kar bo dadgeha taybet dikirin ya ku dê Sedam Husên û harîkarên wî yên nêzîk dageh ket.

Li dem û li dest nexuyaye ka kuştina wan peywendî bi karê wan ve heye yan ne. Lê li roja duşembî wê dadgehê got ku wê belgên pêtivî hene bo dest pêkirina dadgeh kirina 5 ji tawanbaran, ku yêk ji wan zir-birayê Sedam Husênî ( Barzan Ibrahim al-Hassan al-Tikriti) ye.

Û Syasetvanekê Swîdî, Minas al-Yousifi, ku bi esil Iraqîye û li meha yêk hatibû revandin, eve cara dûwêye di kasêta vîdyoy da daxazê ji şahê Swîdê Carl Gustaf û Papa John Paul diket harîkarîyê biken ew bête azad kirin. Ew dibêjit ditirsit li demekê nêzîk bihête kuştin.

XS
SM
MD
LG