Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Tengavîyan li Iraqê bo demê 30 rojên dî hate dirêj kirin - 2005-03-03


Hikumeta demî ya Iraqê dirêje bi rewşa tengavîya bo demê 30 rêjêt dî îna, ku we dyare jibo desteser kirina xirapkarane.

Belavokeka roja sêşembî got rewşa tengetavîya dê heta roja 31 meha 3 berdewam bit, eve biryare ji devera Kurdan li bakşrî nagirt.

Ew bo cara yêkê li meha 11 hatibu ragehandin ji berî hêrişeka leşkerî ya berfireh bo ser bajêrokê Feluce, ku li wî demî asêgeha xirapkaran bû.

Li heman dem, peqîna dû otumbêlên dî ku li duîv yêk îro li xaleka lêvekolînê li dervey wezareta navxwe li Bexda peqîn û bune egera kuştina 5 polîsan û biryndar buna 5 polîsên dî.

Otombêleka dî li nêzîk bingehekê serekî yê polîsa li Beqube, li bakura Bexda, peqî û bû egera kuştina medenîyekê û biryndar buna bi layê kêmîve 14 kesan.

Li roja çarşembî, sê serbazêt Emerîkî hatine kuştin.

Li alîyê siyasîve, rêveberên bilind yên Şî’e û yên Kurd yên li Erbil ê kom dibin da hikumeteka nuî damezrînin. Heta nuha çi belavok nehatîye ragehandin.

XS
SM
MD
LG