Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rusya piştevanîya daxaza vekêşana hêzêt Surya ji Libnanê diket - 2005-03-03


Rusya ku hevpeymana nêzîke ya Surya piştevanîya wan welatan diket yêt ku daxazê diken Dîmeşq 14000 serbazêt xwe ji Libnanê vekêşit.

Wezîrê derve yê Rusya Sergey Lavrov gote radîyoya Birîtanî ku civaka navnetewey divêt pişt rast biket ku hevsengî ya nazik û tenik li Libnanê têknedet.

We çaverê dihête kirin ew babetê serekî bît li kombuna wezîrêt derve yêt Komkara Erebî ku îro li Qahîre dihête girêdan, herçende ew mesele bi rengekê resmî ne ji babêtên kombunêye.

Li roja çarşembî, rêberên rikeberîya Libnanî daxaz ji serokê Surya Beşar el-Esed kirin bi rengekê resmî ragehînit ku dê hemî hêzêt xwe ji Libnanê vekêşit û daxaza kar vekêşana serokê muxaberata Libnanî kir ku alîgirê Suryaye.

Rêzdar el-Esed yê gote ew dê hêzêt welatê xwe ji Libnan vekêşit, lê wî qebul nekire bêjit kengî.

XS
SM
MD
LG