Lînkên eksesibilîtî

Li Tirkîyeyê serê her mirovekî 70 mayin dikeve - 2005-03-03


03/03/2005

Tirkiyeya ku di sala 2003'yan de, digel Yewnanîstan îmze avêtibû peymana "Ottowa", raporek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

Li gor rapor êli seranserî Tirkiyeyê 921 hezar û 80 mayinên curbecur hatine bicihkirin û niha di destê artêşa Tirk de dora 3 mîlyon mayinên bêjî heye.

Di raporê de tê diyarkirin ku piraniya van mayinên bicihkirî li deverên Kurdnişîn de ne û di sala 2004'an de ji ber teqîna mayinên bejî, 16 ji wan zarok, bi giştî 56 kes jiyana xwe ji dest dane.

Li gor rapora ku ji aliyê Wezareta Karên Devre ve hatibû amadekirin, li tirkiyeyê mayin herî zêde li Ruha, Entap û Erdehanê ne. Hejmara mayinan kul i van bajarên ku li ser sînorê ne, hatine bicihkirin, bi giştî 587 hezar û 252 ne.

Hejmara mayinên ku di navbera salên 1991 û 1994 de li Şirnex û Hekarî (Colemêrg) hatine bicihkirin jî, 152 hezar û 382 ye.Lê li bajarê Kurdnişîn Dersîm, her çi qas ne li ser sînorê ye jî, di sala 1995'an de 10 hezar û 557 mayin hatine bicihkirin. Û piraniya van mayinan M14 û M15 'yê antî-personel e.

Dîsa li gor rapor êli bajarên Diyarbekir, Bazîd, Dîlok (Entap), Hekarî, Îskenderun, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Dersîm, Şirnex û Wanê bi gişt3i 921 hezar û 80 mayin hatine binerdkirin. Dema ev hejmara mayinan li gelheya Tirkiye were hesibandin serê her 70 kesî mayinek dikeve û ev rade li bajarên Kurdnişîn de du beranber e.

Wekî din di raporê de tê gotin, ji berk u artêşa Tirk hê jî avakirina tesîsên îmhakirina mayinan neqedendiye û bi tenê 353 heb mayin li wan cihên ku hatine binerdkirin, bi teqandinê hatine îmhakirin.

Însîyatîfa Tirkiyeyeke bê mayin jî raporek weşand û di raporê de tê diyarkirin ku sala par 56 kes ji ber teqîna mayinan jiyana xwe ji dest dane û 16 ji wan zarok bûn. Piraniya van bûyearn j îli deverên Kurdnişîn pêk hatine. Û Koordînatora îinsîyatîfê Muteber Öğreten dibêje: Raopra ku ji NY re hatiye şandin li raya giştî ya Tirkiye re nehatiye eşkerekirin.

Öğreten bi bîr xist ku, li gor peymanê, mayinên di destê arteşê de ne divê di 4 salan de û ên binerdkirî jî di nav 10 salan werin paqijkirin û eger gundiyên Kurd ên wan gundan ku di domahiya şerê PKK û Dewleta Tirk de pêk hatibû, hatine şewitandin dest pê bikin ku vegerin gundan ewê hejmara mirinên ji ber mayinan zêde bibe.

Heke te bivêt guh bideye vê raportê, vê fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG