Lînkên eksesibilîtî

Sergutar: Têbînîyên serok Bush li Ewrupa li ser Iranê. - 2005-03-03


Di seredana xweda bo Ewrupa serok George W. Bush got Ewrupa û Emerîka bihevra dê şên navekê dyrokî peyda biken, ewjî bi xebatê bo belav kirina azadîyê nexasime li rojhelata naverast.

Serok Bush dibêjit: “ paşeroja welatêt me û ya welatêt rojhelata naverast pêkve digirêdayne û aştîya me li ser hêvya wan radiwestit bo pêşveçonê û azadîyê.” Û got di paşerojeka duîrda em bi aştî û tenahî najîn heke li rojhelata naverast hizir û bîrêt kuştinê û tîrorîst berdewam bibin ku bizavê diket xetertirîn çek bidest xwe bêxin.

Serok Bush dibêjit: “ ew rejîmêt ku gelêt xwe tîror diken, dixemê danabin piştevanîya tîrorê li derve jî biken. Ev destûdarê zorkarîyê û bê hîvîyê li rojhelata naverast, berdewambuna netenahîyê û rakeftinê jiber rejêmêt dictatorî dê bine eger bo pitir alozkarîyê li deverê û pitir serhatîyêt nexweş li welatêt azad.” Hindek peyvêt tund li ser Iranê gotin û dyar kir ku cîhana azad hevbîre li ser wî welatî.

serok Bush got “bo xatira aştîyê tivya rejêma Iranê piştevanîya xwe bo tîrorîzmê rawestînit, tivya çekêt navokî çê neket.” Serok Bush herwesa got hemî di berdestin berdewambuna Iranê li ser bernama xweya çekêt navokî. Lê dibêjit Emerîka digel alîyêt dî hevkarîyê dike bo peyda kirina çareyeka dyplomasî.

Serok Bush dibêjit: “ Emerîka endameka desteya birêvebirina ajansa hêza etomîya navneteweîye ku bi vê pirsê radbît. em bi nêzîkve hevkarîyê digel birîtanya, Ferensa û Elmanya dikeyn ku ew jî dijî bernama navokîya Iranîne û rijtîyê diken tivya Tehran qanuna navnetewey cê bicê biken. Eve jî li ser Iranê bixwe radiwestit. Herwesa em bi hîvîya bersiva dumahîyêne ji alîyê Iranêve li ser cê bicê kirina sozêt xwe. Wextê hatî ku rejêma Iranê guh bidetê gelê Iranê û rêzû rumetê li mafêt wan bigirît û pişikdarîyê di bizava azadîxaz da biket ku li dewruberêt wan peydabuye.”

Û got li seranserê rojhelata naverast ji deverêt Felestînîyan bigire, heta Libnanê û Iraqê û Iranê, ez bawerim ku pêşveçona azadîyê dinav welatanda dê aştîyê navbera wan welatan peyda ket.

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike. Ev gutare bîr û boçûna welatêt yêkgirtî yêt Emerîkaye.

XS
SM
MD
LG