Wezîrê berevanîyê Lubnanê dibêjit Sûrya roja dûşembî dê serbazêt xwe ji herêmêt devavê û naverasta Lubnanê bu dola Biq’a veguhasît. Heta nuke Sûryayê rojek dyar nekirye bo vekêşana 14,000 serbazêt xwe û ranegehandîye ka ev serbaze bi temamî li herêmêt Lubnanî dê hêne vekêşan an ne. Lê evro yekşembî wezîrê berevanîyê Lubnanî Ebdul-Rehîm Murad got ku veguhastina serbaza dê bi zîtrîn dem dest pê ket piştî kombîna serokê Sûrî Beşar El-Esed û serokê Lubnanî Emîl Lehûd li Dîmeşqê.