Wezareta derve ya Emanê dibêjît Ibrahîm El-Mihereme li heftîya borî hatibû revandin û revînkar daxaza 250 hizar dolara diken bo berdana wî.
Hêşta çi pêzanîn li ser wê komela ku hevwelatîyê Urdunî revandî berdest nebuye.
Li meha heşt tebaxê birayê wî hatibû revandin û piştî hingî hate berdan beramberî 50 hizar dolar. Jimareka kesêt byanî li Iraqê hatîne revandin. Gelek ji revankaran gunehkarin ku daxaza para diken.