Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Surî li Libnanê dê ser ji nuîve bêne danan û vekêşan bo dola el-Beqa' heta dawî ya meha 3 adarê. - 2005-03-07


Ev ragehandine hatine dan piştî danustandinan di nav bera serokê Surî Beşar el-Esed û yê Lubnanî Emîl Lehud de îro duşembî li Dîmeşqê. Daxuyanî dibêjit 14 hizar serbazên Surî li Libnanê dê ser ji nuîve bêne danan û vekêşan bo dola el-Beqa' heta dawî ya meha 3 adarê.

Daxuyanîyê ew behis nekir ka dê kengî bi carekê Surya serbazên xwe ji Libnanê vekêşe ku ewê sala 1976 lê hatine danan. Biryareka civata tenahîya Netewên Yêkgirtî daxwaza vekêşana rast û dirust û bi carekê ya serbaza dike. Û li demê serok li Dîmeşqê kom dibun dehan hizar Libnanîyan xwenîşandan li Beyrutê dikirin dijî hebuna Surya.

Ev xwenîşandane sê heftîyan piştî kuştina serek wezîrê berê yê Libnanê Refîq el-Herîrî bû, ewa buye serdema zêdebuna sengî û fişarê li ser Surya heta ji Libnanê derkevit.

XS
SM
MD
LG