Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nunerên danustandina ji Iran û çend welatên Ewrupî dest bi danustandina kireve li ser bernama Iranê ya navokî. - 2005-03-08


Nunerên danustandina ji Iran û çend welatên Ewrupî dest bi danustandina kireve li Cinêvê bi mebesta çareserkirina berêk rawestandina cîhanî digel Tehranê jiber bernama wê ya navokî.

Iran rijde ku wê maf heye yoranyomê zax bike ku tête bikar înan di dirust kirina hêz û çekê navokî de.

Birîtanya, Ferensa, û Elmanya dibêjin divêt Iran bi yêk carî wan renge çalakîyan rawestînit. Karbidesten Iranê gotîne ew qet razî nabin li ser ragirtina wesa ya bernama xwe.

Gera dawî ya danustandinên bawerîyê dê heta roja pênçşembî her berdewambin. Li heftîya borî dyplomatên ajansa etomî ya cîhanî li Vîyena kom bûn û gotin Iran systemeka tunêlên bin erd ava diket da pişkên bernama xwe ya navokî veşêre û biparêze.

Ji alîyê xweve Emerîka rijde ku Iran bi dizîve çekê navokî çê dike, belê Tehran dibêje bernama wê bitinê bo bidestve înana pêtivîyên hêz û têhna welatîye.

XS
SM
MD
LG