Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Felestînî û Israelî îro negehîştine çi rêkeftina sebaret veguhastina kontrola tenahîyê li dû bajêrên Kenara Rojava.  - 2005-03-09


Karbidestên bilind yên hêzên tenahîya Felestînî dibêjin danustandinên îro ligel Israelê li ser veguhastina kontrola tenahîyê li dû bajêrokên kenara rojava bo dest Felestînîyan bidumahî hat bê ku bigehine çi rêkeftina.

Haj Ismail Jaber gote rojnamevana ku herdû alî negehîştine rêkeftineka dawîyê sebaret veguhastinê li Jerich û Tulkarem. Herwesa got dê careka dî kom bineve da danustandina dest pêbikeneve.

Rêzdar Jaber dibêjit astenga serekî di wê rêkeftinê ewe aya Israel dê xalên lêvekolînê yên leşkerî yên serekî li derê Jericho ladet yan ne.

Rêkeftin li ser vekêşana Israelê li kombuna bilind ya Felestînî-Israelî li meha borî li Misrê hatibû kirin. Lê cê bi cê kirina wê hate paşxistin dema hêrişa xwekuj bi bomban ya Felestînîyan ku berî 12 rojan li Tel Ebîb qewimî.

XS
SM
MD
LG