Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê 41 kesan li Iraqê hatine vedîtin ku ji alîyê xirapkaranve hatîne i'dam kirin - 2005-03-09


Karbidestên Iraqî termê 41 kesan vedîtine ku we bawer tête kirin ji alîyê xirapkaranve li dû cihên jêk cuda hatibine i'dam kirin.

Karbidest dibêjin termê 15 zelam û jinan, ku hemi ser jê kirîbûn, li roja sêşembî li başûra Bexda hatine vedîtin li bingeheka berê ya leşkerî li nêzîk Letîfîye.

Îro çarşembî, termê bi layê kêmîve 26 kesên dî ku bi cilu bergên medenî bûn li nêzîkî bajêrokê Qaim hatine vedîtin, li nêzîk tuxubê Surya. Teqe bi rengê i'dam kirinê li hindek ji wana hatibû kirin û hindekên dî ser jêkirî bûn.

Li heman dem, li Bexda, bi layê kêmîve dû kes hatine kuştin û 20 yên dî biryndar bûn dema hêrişvanekê xwekuj li nav otumbêla gilêşî ku pirî kerestên peqînê kiribû li geraceka Wezareta çandinê xwe peqand.

Li pêşveçoneka cuda, ew xirapkarên ku eve çar heyve welatîyê Filipînî Robert Tarongo revandîn gefa kuştina wî dane heker Manila piştevanî kirina xwe ya leşkerî bo welatên Yêkgirtî yên Emerîkî li Iraqê û kargêrên xwe ji wêrê venekêşit.

Wezîrê Derve yê Filipînê Alberto Romulo li roja çarşembî got hikumeta wî çi rengê piştevanî kirinê li hêzên Emerîkî li Iraqê naket.

XS
SM
MD
LG