Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirapkaran li Bexda serokê polîsxanekê dane ber guleyan û kuştin.  - 2005-03-10


Karbidestên Iraqî dibêjin xirapkaran bi layê kêmîve sê polîs kuştin ku yêk ji wan serokê bingeheka polîsan bû li navenda Bexda.

Polîs dibêjit wî çekdarî teqe li otumbêlekê kir ku efserên polîsan têda bûn û li sipêdehîya îro pênçşembî berev karê xwe diçon.

Ew hêrişe bi rojekê li duîv wê hêrişa xwekuj têt ya ku dibêjin desteya tîrorîstî ya birêveberîya Abu Musab al-Zarqawi encam dabû li nêzîk wezareta çandinê û li nêzîkî hotêleka Bexda ku rojavayî bikar tînin.

Herwesa li roja çarşembî, karbidestên Iraqî gotin wan termê 41 kesa vedîtin li dû cihên jêk cuda (li Qaim li nêzîkî tuxubê Surî, û li nêzîk Letîfîye li başûra Bexda) ku hatibune gule baran.

Li ruîdanên dî li Bexda, Wezîrê Nexşedananê li Iraqê (Mahdi al-Hafidh) ji hêrişeka çekdarekê bi selematî rizgar bu ku mebesta wî çekdarî kuştina wezîrî bû ku teqe li otumbêla wî kir. Dû ji nubedarên wî hatine kuştin. Û serbazekê Emerîkî li demê peqîna bombeka ser rêkê hate kuştin.

XS
SM
MD
LG