Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberê Hong Kong bi resmî karvekêşana xwe ragehand - 2005-03-10


Rêveberê Hong Kong, Tung Chee-hwa bi resmî karvekêşana xwe ragehand. Rêzdar Tung Chee-hwa inkar kir ku li jêr sengî û giranîya Pekînê karvekêşana xwe daye.

Evro li Hong Kong wî gote rojnamevana jiber egerêt saxlemîyê karvekêşana xwedaye.

Jêder ji Hong Kong radgehînin ku çaverê tête kirin Pekîn bi karvekêşana rêzdar Tung Chee-hwa razî bibe û renge cêgirê wî Donald Tsang li şuînê danêt da demê karê rêzdar Tung temam biket ku li nîveka sala 2007 dê bidumahî hêt.

Rêveberê Hong Kong di nav xelkê da yê xweştivî nine û li were xelik rexna lê digirin ku neşyana abûrî baştir lêbiket û pitir bizavê bo guhorînkarîyêt dymukrasî biket.

XS
SM
MD
LG