Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekgirtîbûna Tirkiye û rovî - 2005-03-10


Piştî ku li Tirkiyeyê navên bajarok, gund, çem û çiyanên ku Kurdî bûn hatin guhertin û Tirkîkirin niha jî navê sewalan ji ber ku ewlekariya welêt dixe xeterê, hatin guhertin. Qurbaniya vê guhertinê ku ji aliyê dewleteke berendam a Yekitiya Ewrûpayê tê kirin jî 'Vulpes Vulpes Kurdistanica' ye. Wezareta Hawîrdor û Daristanan diyar kir, bi hinceta ku li dij unîterbûna ango yekbûna Tirkiye ji qesta navdayînê xerabkirinê tê kirin, ew navên ku tê de peyvên Kurdistan û Ermenî heye hatine guherandin Piştî ku nivîskarekî Rojnameya Hürriyet a ku li Tirkiye tê weşandin, di yekê Adarê de navên bi Latînî yên heywanên wek "roviyê sor, pezkûvî û xezal" anîbû rojevê di 4 ê Adarê de jî Wezareta Hawîrdor û Daristanan van navan bi awayekî fermî guherand. Piştî vê gotara Hürriyetê Wezaret navê roviyê sor ku bi Latînî "Vulpes Vulpes Kurdistanica" ye, kir 'Vulpes Vulpes' navê pezkûvî ku bi Latînî "Ovis Armeniana" ye kir "Ovis Orien Anatolicus" û navê cureyekî xezalan ku navê wê yê Latînî "Capreolus Capreolus Armenius" e jî "Capreolus Caprelus Capreolus" danî. Di bultena wezaretê de tê gotin: ew navên ku diyar e li dij unîterbûna Tirkiye ji qesta tê dayîn û unîterbûna Tirkiye ji xwe re dikin hedef hatine guhertin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin dema navdayîna wan cureyên zindî ku nû tên dîtin azînek heye, lê wan zanistên biyanî ku li flora û faunasa Turkiye lêgerîn û vekolînan dikin û cureyên nû yên giha û hewyanan dibînin lê dema binavkirina wan de bi pêşdrêz tevdigerin.

Neteweyên Yekbûyî li hemberî guhertina navên Latînî yên hin heywanên ku di literatura zanistî de tê bikaranîn, nerazîbûn nîşan da û got guhertina wan navan nabe ku were qebûlkirin. Rayedarê Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) jî, ji heman Rojname ra peyivî û got: ev nav ji aliyê ew zanistên ku cureyeke nû dibînin û ev yek li gor pîvanên zanistî ispat dikin û derbazî lîteraturê dikin, di çarçoveya zagonên navlêkirina zanistî de nav li wan tiştan dikin. Rayedar bi bîr dixe ku eger guhertina van navan hewce be ev yek bi tenê ji aliyê wî zanistê ku navdayiye heywanê dikare were guhertin û wekî din guhertina navan ne guncan e. Divê wezaret hewcebûna guhertina navan ispat bike û bikaribe vê yekê derbazî lîteraturê bike. Wezareta Hawîrdor û Daristanan û Mudurê giştî yê Parkên Netewî Prof. Dr. Mustafa Kemal Yalınkılıç qebûl dike ku her kes nikare navên zanistî bide lê ev yek ji bo berjewendiyên welêt hatiyekirin. Ylınkılıç wekî din îddîa kir ku li ser Tirkiyê dek û dolab tên gerandin

XS
SM
MD
LG