Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeh 'Keça Kurdan' Qedexe Kir - 2005-03-10


6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê, Albûma stranbêj Aynur Doğan a bi navê "Keça Kurdan" ku salek beriya niha hatibû weşandin, qedexe kir û biryar da ku ji kasetfiroşan were berhevkirin.

Kaseta Aynur Doğan a bi navê "Keça Kurdan" bi angaşta ku tê de propagandaya rêxistina çekdar a derqanûn tê kirin, hate qedexekirin. Şîrketa KALAN Muzik ku kaset belav kiribû û Aynur Doğan jî diyar kir ku ev qedexeya ku bi salekê dawiya derketina kaseta ku di çavdêriya Wezareta Çandê hatibû derxistin, bêwate ye. 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê jî dibêje di stranê de gazî keçikên Kurd tê kirin ku li ser çiyan şer bikin. Û bi vê riyê jî bangawaziya rêxistina çekdar tê kirin.

Hasan Saltik ê xwediyê şîrketa Kalan Muzîk ku qaseta stranbêj weşandibû, nerazîbûn nîşan da û got " ev kaset beriya niha bi salekê derket û pir jî tê hez kirin, guhdarî kirin. Emê li heqê xwe bigerin."

Stranbêja kasetê a ku pir hatibû ecibandin, Aynur Doğan jî xwe parast û got " Ez bi têne muzîkê dikim, pêwendiyê min bi siyasetê re nîn e."

"Keça Kurdan" a ku strana Şivan Perwer e û bûbû sedema qedexekirina kasetê di van rojên dawî de di lîsteyên muzîkê yên îspanyayê de di nav pênç stranên herî zêde tê guhdarî kirin de cih digire. Biryara qedexekirina kasetê ji muduriyetên ewlekariya 81 bajaran ve hate şandin. Li van bajaran kaset wê ji kasetfiroşan were berhevkirin.

XS
SM
MD
LG