Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emerîka dê piştevanîya pêşnyazeka Ewrupî ket ku hindek harîkarîyên abûrî ligel Iranê biken beramberî ragirtina bernama wê ya navokî. - 2005-03-11


Welatên Yêkgirtî yên Emerîka ragehandiye ku dê piştevanîya pêşnyazeka Ewrupî ket ku hindek harîkarîyên abûrî ligel Iranê biken beramberî hindê ku Iran dest ji bizavêt xwe yêt navokî berdet.

Wezîra derve ya Emerîka Condoleezza Rice ew guhorînkarîya siyasî îro çarşembî ragehand. Wê got Welatêt Yêkgirtî dê dest ji nerazîbuna xwe berdet li dijî daxaza Iran diket ku bibîte endam di Rêxistîya Bazirganî ya Cîhanîda û rêkê bidenê ku parçên firokên medenî yên Iranî bikirit.

Rêzdar Rice dibêjit ev biryare wê nîşê didet ku welatên Yêkgirtî yên Emerîka amadeye pêngavên piraktîkî bavêjit bo piştevanîkirin li bizavên Ewrupî bo bidestve înana hevkarîya Iranê bi rêkên dyplomasî.

Li Demekê zûîtir îro heynî, Birîtanya, Ferensa, û Elmanya gotine Yêketîya Ewrupî ku ew dê piştevanîya hindê ken ku Iranê bînine ber Civata Tenahîya Netewên Yêkirtî li demê heke Iranê razî nebit zax kirina yoranyomê herdem rawestînit.

Waşington Tehranê tumetbar diket ku bi dizîve bizavê diket ku çekên navokî dirust biket, ku Iran vê yêkê haşa û mandel diket.

XS
SM
MD
LG