Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji ber erdeja ku li Karlıovaya Bingolê li Turkyê pêk hat 16 kes birîndar bûn - 2005-03-13


Ji ber erdeja ku bi pîvoka rîheterê 5.7 bû ku li Karlıovaya Bingolê pêk hat, du ji wan giran 16 kes birîndar bûn. Gelek ji wan ên dewletê, bi hejmareke zêdeyî 100 heb avahî jî hilweşiyan. Hejîn hê jî dom dikin.

Li gor Rasatxaneya Kandilliyê erdheja ku 12ê mehê, serê sibê saet 09.36’an de, bi kûrahiyeke 5 kîlometre binê erdê de pêk hatibû 12 saniye dom kir. Erdheja ku 12ê mehê, seriê sibê saet 09.36’an de pêk hat, xeynî Bingol û Erziromê, li bajarên derûdorê wek Dersîm, Erzincan, Gimgim (Mûş) û Diyarbekirê hat hîskirin. Erdhej herî zêde zirarê da gundên Kizilçubuk û Tümök ên ku bi ser Karliovaya, Bingolê ne. Li navçeya Çat a Erziromê jî, gelek xanî ji ber erdhejê hilweşiyan, 12 li Bingolê bi giştî 16 kes birîndar bûn ku rewşa dudu ji wan giran e. Hat diyarkirin ku, bana qereqola Cendermeyan a li Gundê Çatak a Karliovayê, hatiye xwarê û di encamê de çawişeke pispor jî birîndar bûye. Şaredarê Bingolê Muzaffer Gülen diyar kir, ji ber ku riya gundê Kümetê ji ber berfê hatiye girtin, û mekîne nikarin herin, hewlê didin ku birîndar bi kutekan bigihînin nexweşxaneyê ku li navenda bajêr e. Gülen wekî din diyar ku li gundên Kümet, Kızılbuçuk û Sarıkuşakê banên gelek axuran hatiye xwarê û di encamê de gelek heywan mirar bûne.

Di 1ê Gulana 2003’an de li bingolê bi şîddeta 6.4 erdhejek pêk hatibû û di encamê de 183 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber vê yekê Erdhejê li hemû bajarên rojhilata Tirkiye tirs û saw xist dilê xelkê. Loma kes nakeve malên xwe. Li kuçeyên Karlıovayê jî anons tê kirin ku xelk nekeve malên xwe yên xisar dîtiye û bila werin li hêwana sporê û li xewgehên dibistanan de bimînin. Û wekî hat diyar kirin ji herêma erdhejê re 54 kon hatine şandin, û eger hewce be 100 hebê din jî amadeye werin şandin.

XS
SM
MD
LG