Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberên Kurdên Iraqê û hevalbendîya serekî ya Şî’ayn li ser damezrandina hikumeta nuî dest bi danustandinan kirineve. - 2005-03-14


Rêveberên Kurdên Iraqê îro dûşembî dest bi danustandina kirineve ligel hevalbendîya Şî’ayn ya serekî da rêkeftinekê misoger biken bo damezrandina hikumetê dû rojan berî ku civata nîştimanî ya helbijartî ya nuî kombuna yêkê girêdidet.

Rêveberê Kurd Jelanl Talebanî, ku we çaverê tête kirin bibîte serokê welatî, got pêşveçonên baş di wan danustandinan da çêbuyne û herdû alî li ser hindê rêkin ku welatê Iraqê li ser pirensîpên fedralî û mafên mirovan û yên jinan bihête damezrandin.

Li heman dem, hêrişvanekê xwekuj bi otumbêlê îro hêriş kire ser xaleka lêvekolînê li başûra Bexda. Hindek kes hatine kuştin, lê li dem û li dest hejmara kuştîyan nehatîye ragehandin.

Sebaret van danustandinan, peyamhinêrê pişka Kurdî ya dengê Emerîka li bajarê Suleymanî Letîf Nêrwey raportek amade kirye. Heke te bivêt guh bideye wê raportê, vê fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG