Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Paşerojek bo Libnanê. - 2005-03-14


Welatên Yêkgirtî yên Emerîka û Ferensa daxuyanîyeka hevpişk belave kirine piştevanîyê li gelê Libnanê dikin, di xebata wê da jibo Libnaneka ser bixwe, Dymukrat, Xudan serwerî, û azad ji her kartêkirin û mayî têkirina derve.

Emerîka û Ferensa her wesa ji Surya xwestin milkeçî biryara 1559 ya civata tenhaya Netewên Yêkgirtî be û nêzîkî 15 hezar serbaz û karmendên xwe yên dezgehê zanyarîyan ji Libnanê vekêşe.

Emerîka, Ferensa û gelek welatên dî piştevanîya yêk carî ya vekolîneka Netewên Yêkgirtî dike di kuştina serek wezîrê Libnanê yê berê Refîq el-Herîrî de.

Li meha deh çirya yêkê ya par berêz el-Herîrî ji desthelatê derkeft piştî wergirtina helwêstekê dijî dagîr kirina Libnanê ji alîyê Suryave. Emerîka û ferensa wesa bawer dikin berdewamîya mayî têkirina Surya di karubarên Libnanê de rewşeka netena peyda kir û bû egera kuştina el-Herîrî.

Di şoreşa Dara Erz ê de ya ku hindek kes navî lê dikin, wek nîşana dara li ser alaya Libnanê, hezaran xelkî Libnanê xwenîşandan kirin bo vekêşana Surî. yêk ji encaman wan xwenîşandana dest ji karkêşana hikumeta Omar Karami bû.

Rêberê civaka musilmanên Durzî Walid Jumblatt li Lendon gote rojnamevana jibo min gelek seyre ez vêna bêjim belê vê piroseyê guherînê di rastîyê de piştî dagîr kirina Iraqê ji alîyê Emerîkave dest pêkirye. Ez bi xwe dijî wî şerê Iraqê bum. Belê dema min dîtî gelê Iraqê dengê didet bo helbijartina 8 milyon Iraqîya dengî diden ew dest pêka cîhaneka nuya Erebî bû. Gelê Libnanê dê li mehên 4 û 5 dengê biden jibo perlemanekê nuî.

Wezîra derve ya Emerîka Xanim Condoleezza Rice got divêt Surya ji Libnanê derkeve û bihêle piroseyê helbijartina azad be ji her kartêkirineka byanî.

Xatun Rice dibêjit :" Surî dijî pêvajoya herêmêne û dijî hîvîyên xelkê rojhelata naverastin." Xanim Rice got jî gelê Libnanê dest pêkirye hîvî û omêdên xwe jibo dymukrasyetê xuyadikin. Ew hêjay delîveyênê paşe roja xwe danên di rêka helbijartinên azad û rewa de.

Serok George W. Bush gotye li Libnanê û li her cihekê dî dema bijarîyê bidî xelkê ji her çînekê ji her olekê dê azadîyê helbijêrên li şuîna tîror û tundutîjîyan.

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike. Ev gutare bîr û boçûna welatêt yêkgirtî yêt Emerîkaye.

XS
SM
MD
LG