Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetkarên Îraqî hêjî danustendinê dikin ji bo hukumeteke nu - 2005-03-14


Berî ku parlaman cara yekemîn roja çarşemê bicive, rêberên Kurd yên Îraq’ê li Bexda’yê digel rêberên Şîa yên ku piranî ya welatî ne re dicivin ku herdu alî li ser hevalbendîya jibo hukumeta nu li Îraq’ê guftugoyan bikin.

Nunerê Kurd, Qubad Talabanî gote, berî ku Kurd li ser hevalbendîyê ji bo hukumeta nu rêkevin, Şîa lazime bernameyên xwe yî ji bo olî u sîyasî di derheqê bakurê Îraq’ê de bi zelalî dîyar bikin.

Îro, roja duşemê, di televîzyoneke Emerîki’de birêz Telabanî gote ku Kurd ji boy Îraq a piştî herbê soza hukumeteke wisa dixwazin ku rengê olî nekeve nav hukum kirinê . Herwekî din, şanda danustendina, garantî dixwazin ku bi sedan hezar Kurdên ku di dema Seddam Huseyîn’de ji cîh u war bune, karibin vegerin Kerkuk, ku bajarekî neftî ye.

Îro sibêdê, bavê vî dîplomatî, rêberê Kurd Celal Telebanî gote ku, Kurd herwiha dixwazin ku bi hezaran pêşmergeyên Kurd, li herêma bakur ku Kurd tê de xwedî hêzin, di parastina herême da karê xwe bi domînin. Wisa çavrê tête kirin ku Celal Telebanî di vê dema nu de wê bibe serokê Îraq’ê.

XS
SM
MD
LG