Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya yêkê ji hêzêt Okranya ji Iraqê vegeryane welatê xwe  - 2005-03-15


Desteya yêkê ji hêzêt Okranye ji Iraqê vegeryane welatê xwe weku pêngava yêkê ji biryara wî welatî ku biryar daye hemî hêzêt xwe ji Iraqê vekêşit.

Wezareta Berevanîya Okranya di belavokekê da ragehand ku firoka ku 137 serbazêt Okranya diveguhastin îro li Mykolaiv li başûra Kiev hate xarê.

Ew 137 serbaz pişkek bûn ji pitir 1600 serbazêt Okranya ku li Iraqê xizmet dikin. Belavoka wezareta berevanîya Okranya dibêjit biryare heta 15 heyva 5 gulanê 550 serbaz bêne vekêşan û yêt meha dumahîya salê dê vekêşin.

Serok Vîktor Yoşçînko sozdaye heta dumahîya salê dê vekêşin. Serok Vîktor Yoşçînko sozdaye heta dumahîya heyva 10 hemî serbazêt Okranya vekêşit.

XS
SM
MD
LG