Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Karzai jinek kire fermandara parêzgehekê.  - 2005-03-15


Serok Hamid Karzai xanim Habiba Sarabî bi yêkemîn fermandara Afghanî dyar kir. Xanim Habiba Sarabi berî nuke wezîra karubarêt jinan bû, nuha buye fermandara parêzgeha Bamyan li naverasta Afghanistanê.

Wê got ev biryare pêngaveka dîye berev mafêt jinan li Afghanistanê û gelek karû xebat li pêşîya wê heye. Xanim Sarabî dibêjit: " Ez sozê didem ku karbikem û jinêt Bamyan agehdar û fêr bikem." Û got hindek Afghanî dijî hindêne ku jin bibine karmendêt hikumetê lê piranîya xelkê edetî piştevanîya min diken.

Gelek lordêt şerî û qumandar dijî hindêne lê supas bo piştevanîya qumandar Kerîm Xelîl û cihêlêt nugeh û jinêt Bamyan. Herwesa fermandara nuî dibêjit wê gelek peyamêt piştevanîyê ji xelkê Bamyan û nunerêt civatê û rêberêt xwecihî wergirtîne.

Serok Hamid Karzai libere ku pitir desthelatê bêxite di destêt jinanda weku fermandarêt parêzgehan. Desturê nuî yê Afghanistanê dixazit ku bikêmîve 68 endam ji giştîya 249 endamêt civata jêrî ya Perlemanî jin bin. Xanim Habiba dibêjit tivya jinêt Afghanî sist nebin nexu lordêt şerî dê van mafêt jinan têk den ku mafê pişikdarîyêye di hikumetêda.

Xanim Habiba dibêjit jinêt Afghanî gelek tişt pêtivên. Hejarî pirsa serekîye û dibêjit wê libere ku hindek pirojêt avakirinevê dest pê biket bo peyda kirina karî bo xelkê. Herwesa zêdegavîyêt dijî jinan weku dest dirêjîyêt cinsî û dane şûîya bi zorî û revandin pirsêt serekîne.

Hêşta paşmayêt Taliban gefa li wan jinan diken ku dengêt xwe diden anjî pişikdarîyê di hikumetê da diken. Xanim Habiba dibêjit ya dyare ku dijatîya siyas beramberî jinan heye.

Serok George W. Bush dibêjit dengdana jinan û pişikdarîya wan di dest helatêda li Afghanistanê pişkeke ji pêşveçona azadîyê û ew pêşveçon pirseka giringe di ser demê meda.

XS
SM
MD
LG