Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush û Serek Wezîrê Italî bi telefonê miştumir li ser pirsa vekêşana hêzên Italî yên li Iraqê kir.  - 2005-03-16


Serok Bush got Italya dê dest bi vekêşana hêzên xwe ji Iraqê bike qonax bi qonax li wî demê Iraqîyan şyana kontrol kirina parastina xwe hebe.

Serok Bush got wî û Serek Wezîrê Italî Silvio Berlusconi bi telefonê miştumir li ser wê pirsê kir.

Gotina Serok Bush rojekê bû piştî berêz Berlusconi gotî wî divêt dest bi vekêşana serbazên xwe biket li meha 9 îlonê eger Iraqîyan şya parastina xwe misoger bikin.

Italya 3000 serbaz li Iraqê hene û buye yêk ji piştevanên bihêzên Emerîka li Iraqê belê raya gişt ya welatî dijî pişikdarîya Italya bû di şerî de.

Bi alîyên xweve, Serok Wezîrê Birîtanya Tony Blair got çi rojên dest nîşan kirî nehatine danan, nebo vekêşana hêzên Italya û neyên Birîtanî ji Iraqê.

XS
SM
MD
LG