Zelamek ku dibêjit rêberê al-Qaîdeye li Saudîyê dibêjit dê pitir 'şerker û hêrişvanêt xwekuj' hinêrite Iraqê da pişikdarî di bizavêt çekdaran da biken li wî welatî.
Ew peyame îro di kasêteka dengîda bû li ser malpereka intirnêtê ya desteyeka Islamî. Hêj nehatîye pişt rast kirin ku ew deng yê rêberê tîrorîste.
Dengê têda ku dibêjit yê Salih al-Aoofiye, rêberê al-Qaîde li Saudîyê herwesa hujdarî daye dê hêrişê kete ser leşkerê Emerîkî li welatê saudîyê û nahêlit Saudîyê bikar bînin weku bingehê kiryarên xwe li Iraqê.
Heke ew kasêta dengî hate pişt rastkirin, ew dê bite yêkem belge ya resmî li ser tawanbarê ku bawer heye rêveberîya al-Qaîde diket li Saudîyê ewey piştî ku rêberê wê desteyê Aziz al-Muqrin li sala borî di pêkdadaneka bi teqeyan hate kutin.