Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jeniralekê bilind yê leşkerê Emerîkî dibêjit ihtîmale hejmara serbazêt Emerîkî li Iraqê bihête kêm kirin. - 2005-03-18


Jeniralekê bilind yê leşkerê Emerîkî dibêjit ihtîmal heye hejmara serbazêt Emerîkî li Iraqê li demê salekê bihête kêm kirin.

Jeniral Richard Cody, serokê stunêt leşkerî, gote rojnamevana li Waşinton li roja pênçşembî ku komandarêt bilind yêt şerî têxmînê diken ku kêmtir leşker li wêrê bihêlin, ku ihtîmale li heyva bêt biryar li ser bihête dan.

Raporteka rojnama the New York Times dibêjit karbidestêt bilind yêt leşkerî dibêjin ihtîmale hejmara leşkerê Emerîkî heta sala 2006 kêm bibit û bibîte 105 hizar.

Hejmara serbazêt Emerîkî li Iraqê 138 hizar bûn, lê li demê helbijartinêt meha borî hejmara hêzêt Emerîkî zêde bibûn. Pentagon ya gote hejmara wan dê heta dumahîya vê mehê dê wek berê lê hêteve.

Birêveberîya serok Bush dibêjit kêmkirina hejmara serbazêt Emerîkî dê li ser hindê rawestit ka çend baş û çend zuî hêzêt Iraqî dê hêne hî û fêr kirin.

XS
SM
MD
LG