Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberêt siyasî yêt Şî'e û Kurdan li Iraqê dibêjin hikumeta nuî bo heye li heftîya bihêt bihête damezrandin  - 2005-03-18


Rêberêt siyasî yêt Şî'e û Kurdan li Iraqê dibêjin hikumeta nuî bo heye li heftîya bihêt bihête damezrandin li demê ku danustandin berdewamin.

Cewad el-Malikî li Lîsta hevalbendîya Iraqî ya Yêkgirtî ya Şî'eyan îro heynî gote peyamhinêran ku bo heye civata nîştimanî ya nuî li roja pênçşembî ya bihêt dysan kom bibin bo pejirandina serok û serok wezîr û kabîneya hikumetê.

Lê hindek siyasetvanên dî demekê dirêjtir destnîşan kirye û dibêjin bo nîye heta roja şembîya heftîya bihêt perleman kom nebit.

Hejî gotinêye perlemanê nuî roja çarşembî dest bikarî kir, lê hikumet nehatîye dest nîşan kirin jiber ku siyasetvanêt şî'e û Kurdan heta nuha negehîştine rêkeftinekê li ser çend pirsekêt giring.

Hindek Iraqîyan nîgeranîya xwe dyar kirine beramberî dirêjîya demê danustandinan piştî bi milyona jyanê xweda bermetirsî û pişikdarî di helbijartinêt roja 3 î heyva yêk kir.

XS
SM
MD
LG