Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarêt rikeberêt li Kyrgyzstan bingehê hikumetê li bajêrê mezinê duwê li wî welatî zeft kir - 2005-03-21


Bizavkarêt rikeberêt li Kyrgyzstan bingehê hikumetê li bajêrê mezinê duwê li wî welatî zeft kir di xwenîşandaneka dîda û daxaza kar vekêşana serok Askar Akayev diken.

Dîdevan dibêjin hêzêt parastina hikumetê mayê xwe tê nekir demê bi hizaran xwe nîşander çoyne dinav ofîsêt hikumetê da li bajêrê Osh nêzîk tuxubê Uzbekistanê.

Roja yêkşembî bikêmîve 14 polîs û xwenîşander biryndar bun demê xwenîşanderan avahîyekê hikumetê û bingehekê polîsan li bajarê Celal Abad zeft kirîn.

Komelêt hevrik daxaza xwenîşandana diken li seranserî welatî bo dyar kirina nerazî bunê li ser helbijartinêt perlemanî ku gelek fendufêl û nerêkî têda hebun.

Herwesa daxaza karvekêşana serok Akayev diken ku ewey Kyrgyzstan serxwebun wergirtî, piştî têk çona yêketîya sovêtê, rêberîya wî welatî diken.

XS
SM
MD
LG