Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Israel dê 3500 xanîyêt nuî li Kenara Rojava ya dagîrkirî ava ket - 2005-03-21


Israel qayil bû li ser hindek nexşeyan bo avakirina 3500 xanîyêt nuî li Kenara Rojava ya dagîrkirî, û eve bizaveke ku Felestînî dibêjin bizavêt vejandina Piroseya Aştîyê li Rojhelata Naverast têkdidet.

We dyare, Nexşeya Israelî, ku serok wezîr Ariel Sharon li ser qayil buye, rêk nakevit ligel nexşeya rêkê bo aştîyê ya ku ji alîyê Emerîkave piştevanî lê dihête kirin. Ew nexşeye daxazê diket akincîkirin bihête ragirtin li hemî deverên Felestînîyan ku ji alîyê Israelêve li şerê sala 1967 ê hate dagîrkirin.

Çi têbînî ji alîyê Emerîkave li ser vê bizavê nehatîye ragehandin, ku şehreza dibêjin mebestê wê girêdana akincîgeha Maale Adumim bi Orşelîm Qudsê veye.

Israel dibêjit Orşelîm paytextê hemîşeyî yê wêye, li demê ku Felestînî daxaz dikin rojhelata Erebî ya Orşelîmê bibîte paytextê wan yê paşerojê.

Li heman dem, we çaverê dihête kirin danustandinêt Israel-Felestînîyan ÎRO berdewam bin li ser veguhastina kontrol kirina tenahîyê li bajêrokê Tulkarem li Kenara rojava.

XS
SM
MD
LG