Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

xanim Condoleezza Rice dibêjit azadîya ûlî babetekê serekî bû li kombunên wê digel karbidestêt Çînê - 2005-03-21


Piştî li kenîseka Palm Sunday ya mesîhîyan amade buy, xanim Condoleezza Rice îro dûşembî jibo rojnamevana axift û got azadîya ûlî babetekê serekî bû li kombunên wê digel karbidestêt Çînê.

Ew pêveço û got wê rijdî li rêberên Çînê kir hizra danan systemeka siyasî ya pitir vekirî bikin ku li dû gotina wê wekhev be digel rêbazên wê yên abûrî.

Xanim Condoleezza Rice dibêjit: " ez hîvî dikem têgehîştinek wesa hebe ku civakên ûlî ne gefe bin li ser veguhastinên civakî. Bi rastî ew başin jibo tenahîyê û dilovanîyê."

Dyare behsê nyaza navokî ya Korya Bakûr û pirsa Taywanê babetên dîyên danustandina bûn.

Wezîra derve xanim Rice rijdî li Çînê kir karekê zêdetir bike bo qayil kirina Korya Bakûr heta vegerine danustandinên şeş alî yan Washington dê hizra hindek bijarên dî bike.

Wê ji Bêjîng xwest girjîyan digel Taywanê sist bike, ewên heftîya borî peyda buyn dema Perlemanê Çînê destura bikar înana hêza day eger Taywanê bi fermî ser xwebuna xwe ragehand.

XS
SM
MD
LG