Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberêt Yêketîya Ewropî dest bi dû rojêt danustandina dikin  - 2005-03-22


Rêberêt Yêketîya Ewropî dest bi dû rojêt danustandina dikin îro sêşembî li Biroksil jibo behs kirina rîformên abûrî.

Belê dyplomat dibêjin renge biryara Ewrupî bo hilanîna bend kirina firotina çeka jibo Çînê dê sîbera xwe bi ser civîna wan de bigre.

Pêşbînî heye danustandin pêşnyazekê vegire bo pêda çonê bi ser peymana tenhayê û geşekirina abûrîda ku li dû wê biryegerê eger heta 3 ji sedê lengî kefte dahatê her welatekê endam nebe pirsgirêk û asteng.

Ew biryar wan welata vedgire ewên diravê yêkgirtîyê Ewrupî Euro bikar tînin.

Raportên peyaman radgehînin ku rêberên Ewrupî dê bi fermî danustandina biken li ser nexşeyekê bo hêlandina 15 salên toleyên Ewrupî li ser Çînê. Ew rêber hizara hilanîna dor girtinê diken li meha 6 tevî dirêjatîya Emerîka.

Dyplomat dibêjin biryara nuya Çînê bo desthelata bikar înana hêza dijî Taywanê eger serxwebuna xwe ragehand dê karekê giran biket bo rê girtinê li kiryarekê wesa. Bi alîyê xweve îro sêşembî Çînê rijdî li rêberên Ewrupî kir dawîyê bi wê benkirinê bînin

XS
SM
MD
LG