Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekê Iranê dibêjit dirust kirina kehrebê bi hêza navokî hêşta mebesta serekî ya bernama navokî ya Iranêye. - 2005-03-22


Karbidestekê Iranê gotîye konfiransekê Parîsê sebaret hêza etomî ku dirust kirina kehrebê bi hêza navokî hêşta mebesta serekî ya bernama navokî ya Iranêye.

Cêgirê serokê ajansa navokî ya Iranê Mohemed Seîdî îro sêşembî got hikumet û gelê Iranê handerên bidestve înana teknolojya navokîne jibo mebestên aştîyê, tevî jêk negirtin û zehmetîyan.

Têbînîyên karbidesyê Iranê rojekê bû berî dest pêkirineva danustandinên Iranê digel sê welatên Ewrupî, Birîtanya, Ferensa û Elmanya li Parîsê. Welatên Ewrupî digel piştevanîya Emerîka divên Iranê han biden bi yêk carî zax kirina yoranyomê ragire.

Ew kereste têne bi kar înan wek sutemenîya çekê navokî. Heta nuha Iran qayil nabe û dibêjit bizavên wê bo mebestên aştîyê ne û xemên rojava sebaret rijdya Iranê bo dirust kirina çekê navokî ne di cihê xwe dane.

XS
SM
MD
LG