Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerekê tund li nêzîk bajarê Tikrît di navbera komandoyêt polîsê Iraqî û xirapkaran da qewimî  - 2005-03-23


Komandoyêt polîsê Iraqî bi piştevanîya hêzêt Emerîkî piştî şerekê tund bi ser kempekê da girtin ku guman hebû bo hî û fêr kirina xirapkarn dihate bikar înan li rojava Bexda.

Karbidestêt Iraqî îro çarşembî gotin ew şer, ku bi dirêjîya 12 dem jimêran li roja sêşembî berdewam bû, li nêzîkî behirka Tharthar qewimî, ku ji Tikrît neya duîre. Herwesa gotin nêzîkî 80 xirapkar û 7 komandoyêt polîsa hatine kuştin.

Karbidestêt leşkerê Emerîkî pişt rast kirin ku hêzêt Emerîkî yêt asmanî û zemînî piştevanî li polîsê Iraqî dikirin. Lê neşyan pişt rast biken hejmara xirapkarêt hatîne kuştin û gotin çi serbazêt Emerîkî nehatîne kuştin.

Desteyek ku navê xwe kire ‘Leşkerê Islamî yê Tikrîtê’ îro diruşim li wî bajêrî helawîstine dibêjin tinê 11 ji çekdarêt wana hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG