Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gereka nuî ya danustandina Îro çarşembî li Parîs li ser pirsa navokî ya Iranê dest pêkir - 2005-03-23


Nunerên danustandina yên Birîtanya, Ferensa, û Elmanya îro çarşembî li Parîs dest bi gereka nuî ya danustandina li ser pirsa navokî ya Iranê dikin.

Welatên Yêketîya Ewrupî bi piştevanîya Emerîka divên Iranê hanbiden bi yêkcarî zax kirina Yoranyomê ragire ew kereste tête bikar înan weka sutemenîya çekê navokî.

Duhî sêşembî karbidestekê ajansa navokî ya Iranê gote konfiransekê li Parîsê, mebesta pêşîya Iranê dirust kirina kehrebêye.

wî karbidetî got hikumeta Iranê dê rijdîyê bike teknelojya navokî bo mebestên aştîyê bikar bîne tevî danana sengî û giranîya û zehmetî û alozîyan.

Iran rijde ku bizavên wê yên navokî bo mebestên aştîyêye û dibêje xemên rojava ku Tehran nyaza dirust kirina navokî heye ne di cihê xwe dane.

XS
SM
MD
LG