Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balwêzê Surya li Emerîka dibêjit bi zuîtirîn wext hikumeta wî dê hemî hêzêt Surya ji Libnanê vekêşit - 2005-03-24


Balwêzê Surya li Emerîka dibêjit bi zuîtirîn wext, renge heta kêmtir ji dû heyvêt dî, hikumeta wî hemî hêzêt Surya ji Libnanê vekêşit.

Roja çarşembî li zanîngeha George Town li Washington, balwêz Imad Moustapha got demê vekêşana hêzêt Surî heftîya bêt li kombuneka karbidestêt lekerê Surya û Libnan dê dyar bit.

Berî nuke Bawer Pêkerê Giştî yê Netewêt Yêkgirtî Kofi Annan gotibû Serokê Surya Bashar al-Assad razî buye geyva bêt demê vekêşana hêzêt Surya ragehînid.

Rêzdar Annan herwesa got li demekê nêzîk dê encamêt vekolîna Netewêt Yêkgirtî li ser kuştina Serok Wezîrê berê yê Libnanê Refiq al-Hariri ête belav kirin.

Lê wî herwesa got renge pêtivî bi vekolîneka dî jî hebit. Rêzdar Annan ev têbînîye dan piştî dengû basa ragehandin ku li duîv encamêt desteyekê wê vekolînê dyare ku xemsarî hatîye kirin û renge karbidestêt Libnanê belgename guhorîbin.

XS
SM
MD
LG