Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Otombêleka bombe kirî li bajarê Remadî li Iraqê peqî û bû egera kuştina bi layê kêmîve 11 komandoyên polîsê Iraqî - 2005-03-25


Leşkerê Emerîkî dibêjit peqîna otombêleka bombe kirî li bajarê Remadî bû egera kuştina bi layê kêmîve 11 komandoyên polîsê Iraqî.

Karbidestên Leşkerî dibêjin ew peqîn li demekê direng li roja pênçşembî li nêzîk xaleka lêvekolînê li rojava bajarî qewimî. Ew dibêjin 9 polîsîn Iraqî, dû serbazên Emerîkî û 3 medenî li wê peqînê biryndar bûn.

Xalêt lêvekolînê hatîne damezrandin li derê bajarê Remadî li rojava Bexda ku weku bizavekêye bo desteser kirina xirapkaran ku gelek jiwan li wî bajarîne.

Li heman dem, karbidestên Iraqî dibêjit 5 jin ku li bingehekê leşkerê Emerîkî kar dikirin li başûra rojhelata Bexda li roja pênçşembî hatîne kuştin li demê ku xirapkaran teqe li otumbêla wana kirin.

Qontratçî, ziman wergêr û Iraqîyên dî ku ligle hêzên Emerîkî karî diken herdem armanca hêrişên xirapkarane.

XS
SM
MD
LG