Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzêt leşkerê Israelî çone ser bajêrokê Cenîn li Kenara Rojava û heşt milîtan girtin - 2005-03-28


Leşkerê Israelî dibêjit hêzêt wî çone ser bajêrokê Cenîn li Kenara Rojava û heşt milîtan girtin bi gumana çêkirina gule muşeka û gule topa.

Leşker dibêjit ew girtî endamêt komela milîtanêt Cîhada Islamîne û dibêjin yêk serbaz bi sivikî biryndar bû.

Roja yêkşembî Israelê vegerandina desthelatê bo hêzêt parastina Felestînî li bajêrokê Qelqîlîye paş êxist û dibêjit Felestînî neşyane dijî milîtana rawestin li Erîhe û Tol Kerem. Ku herdu bajêrok nuha li jêr dest helata Felestînîne.

Qelqîlîya bajêrokê sêyêye li Kenara rojava ku dê vegerêtev jêr desthelata Felestînî li duî rêkeftinekê navbera herdû alîyan.

XS
SM
MD
LG