Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheka bilinda Emerîkî dê guhê xwe dete miştumirekê sebaret hukmê i'dam kirina hindek Meksîkîyan ku zêdegavî li ser namusa hidek kiçan kirine. - 2005-03-28


Dadgeheka bilinda Emerîkî îro dê guhê xwe dete miştumirekê li ser ka heke çend wilayetêt Emerîkî dê şên 51 kesêt Meksîkî i'dam biken an ne ku bi mirinê hatîne hukim kirin û gotîye rêka wan ne hatibû dan berevankar hebin.

Dadgeha bilind dê guhê xwe dete pirsa Jose Medellin ku digel çar kesêt dî li sala 1993 zêdegavî li ser namusa dû kiça kirbû li Tiksas. Ew yêke ji 51 welatîyêt Meksîkê ku dadgehêt Emerîkî hukmê mirinê li ser wana danaye.

Par dadgeha dadperwerî ya navnetewey li Lahay ragehand hukmê dadgehêt Emerîkî zêdegavîye li ser qanuna navnetewey ku rêkê dete tawankara berevan kar hebin.

Vê dumahîyê Serok Bush ferman da welayetêt Emerîkî ku biryara dadgeha dadperwerî ya navnetewey bicih bînin.

XS
SM
MD
LG