Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareka rojnamevana seredana karxaneka zêde parastî ya navokî ya Iranê kir - 2005-03-30


Iranê îro çarşembî rê da jimareka rojnamevana seredana karxaneka zêde parastî ya navokî biken ku Emerîka û Ewrupa divên bi yêk carî bigirin.

Nêzîkî 30 rojnamevana digel serok Muhemed Xatemî geryanek kir li dezgeha Natanz ya zax kirina Yoranyomê li başura Tehranê. Rojnamevan çone holên jêr erdên mezin û firehên vala. û karbidestên Iranê dibêjin ew hatine dirust kirin jibo hezaran dezgehên vavarkirinê.

Li sala 2003 zêrevanên nîv netewey seredana wê navendê kirbûn û dezgeha vavartinê ya li ber dawî hatinê girt weka pişkekê ji rêkeftinekê navbera Iranê û yêketîya Ewrupî.

Yêtîya Ewrupî bi piştevanîya Emerîka pêşnyaza alîkarîyên aburî û siyasî jibo Iranê dike hemberî ragirtina zax kirina yoranyomî ku tête bi kar înan bo sutemenîya çekê navokî.

XS
SM
MD
LG