Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Engola bend kirin li ser hatinu çona wan kesa danaye ewên seredana herêma ku vayrosa taya Marbork lê peyda buy kirîn - 2005-03-30


Li Engola bend kirin li ser hatinu çona wan kesa hatîye danan ewên seredana wê herêmê kirîn ku vayrosa taya Marbork lê peyda buy.

Cêgirê wezîrê saxlemîya Engolî got her kesekî seredana herêma Yogî ya bakur kirî divêt di demê 21 rojan de ji welatî dernekeve. Wî got ev pêngave giringe bo ragirtina belav buna vayrosê li welatên hev sinur.

Karbidestên saxlemîyê dibêjin wê nexweşîya karê xirap dikete ser mejî, 117 kes kuştîne ku piranîya wana zarokin.

Karmendêt saxlemîyê li jimareka welatên hev sinurên Engola li jêr rewşa tengavîyan dane û amade karîya dikin bo rê girtinê li nexweşîyê û dyar kirina wan kesên nîşanên nexweşîyê li ser dyar dibin.

XS
SM
MD
LG