Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkê Zimbabwêy îro yê dengî xwe diden bo helbijartina endamêt perlemanî. - 2005-03-31


Bo helbijartina endamêt perlemanî, xelkê Zimbabwêy îro yê dengî xwe diden. Raport radgehînin ku îro li gelek bingehêt dengdanê, xelik li rêzêt dirêj rawestayne.

Rêberê komela hevrik Morgan Tsvangerai ji wan kesan bû ku îro sipêdê zuî dengê xweday.

Wî gote rojnamevanan, ew di wê bawerê daye ku helbijartin azad û rewa nabin. lê got ew pişt raste ku partîya wî partîya guhartina dymukratî li helbijartina dê serkevit.

Serok Robert Mugabe pêşbînî kirye ku partîya ZANU-PF ya desthelatdar dê serkeftineka mezin bi destve înit û duîr têxit ku komela hevrik hikumeteka yêkgirtî ya nîştimanî pêk bînit.

Nuke dengdan li ser 120 kursîyêt perlemanî tête kirin ku piranîya wan li destê partîya desthelatdare. Û rêzdar Mugabe 30 kursîyêt dî dê ji alîyê xweve dê danêt.

Emerîka û yêketîya Ewrupî ji rewabuna dengdanê di pişt rast nînin. Rêzdar Mugabe dibêjit helbijartin dê azad û rewa bin.

XS
SM
MD
LG