Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa John Paul dê li qebristana li jêr dêra St. Peter li roja hêynî hête veşartin - 2005-04-04


Karbidestêt Vatîkan dibêjin Papa John Paul dê li qebristana li jêr dêra St. Peter li roja hêynî hête veşartin, piştî tazîyeka ku gelek xelik pişikdarîyê têda dêken ku rêveberên cîhanê û rêveberêt ûlî yêt kasolîk dê li wêrê amade bin.

Termê papay hate veguhastin bo bingehê ûlî yê Basilica îro dûşembî û dê li hemi heftîyê xelk dê şên biçine bibînin-

Bi layê kêmîve 65 kardinal îro kombun da behsê merasîma veşartina Papay biken. Û peyvdarekê wan got dê li dumahîya vê heftîyê li demjimêr 10 sipêdê merasîn dest pêket. Û dê li roja heynî li demjimêr 10 sipêdê bi demê Roma dê hête gêran.

Telefizyonêt mezin yêt hatine danan li bajarê Vatîkan û li hemi Roma da xelkê tête wêrê bişên merasîmê bibînin.

XS
SM
MD
LG