Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvîn digel du parezgerên li Tirkîye li ser Qanuna Ceza yê a nu. - 2005-04-04


HEVPEYVÎN DI GEL ERGÎN CÎNMEN U HASÎP KAPLAN DE

VOA-1) Gelo pêdivîyek bi qanuneke cezayê a nu hebu, jiber çi qanuneke nu hate çêkirin ?

Ergîn Cînmen) Ev bi salan e ku pêdivîya Tirkîye bi qanuneke nu a cezayê hebu. Di sala hezar u nehsed u heyştê u pênca de dest bi amade kirina vê qanuna nu hatibu kirin, lê mesele eve ku xebata li ser vê qanunê vêga, ne dewama wê xebata sala heyştê u pênca ye, ji ber vê sebebê jî parîkî bi ecele hate amade kirin . Ev pirsgirêkên di derheqê vê qanunê de dertên ji ber vê ecele kirinê ye. Gelek rexne li vê qanuna nu tê kirin lê di vê qanuna nu da tiştên baş jî hatine çêkirin. Di nav civakê de li ser vana gengeşeyek gelek baş di meşe, çapemenî, şaraza u rêxistinên nehukumetî, bi azadîyeke freh li ser van babeta bîr u bawerîyên xwe anîn zimên. Ji xwe wezîrê dadê jî di daxuyanîyên xwe yî dawî da dibêje ku ew van rexneyan fam dikin, li ser di fikirin u li gorî vana jî, çi guhertinên ku lazim bin, ewê bi cîh bînin. Ji ber vê jî, bi bawerîya min, Tirkîye ewê ewqas wek ku di çapemenîyê de tê dîyar kirin bi vê qanunê têk neçe.

VOA-2) Çavkanîyên qanuna kevn çi bun u di çêkirina vê qanuna nu da hikumeta niha anjî yên kevn, dîtinên raya giştî ya Tirkîye u a dinyayê, rêxistinên ne hukumetî çi tesîrê kirin u ev kî bun yên ku xwestin qanuna kevn bê guhertin ?

Ergin Cînmen) Her kesî digote ku pêdivî bi guhertina qanuna cezayê heye, Ev pêdivî ne tenê ji ber prensîben demokrasî an jî yên giştî di qanuna cezayê de bun, ez mesela ji we re vê bêjim, zimanê qanuna kevn bixwe jî gelekî kevn bu, ji ber ku ev qanun di dema damezirandina komarê de hatibu qebul kirin, ê di navberê de heyştê sal derbas buye u di vê nave de gelek guhertin hatine çêkirin. Vêga ev mesela ku me qanuna kevn ji kîja welatî stendibu u sîstema polîtîk a li wî welatî çi bu, bi rastî girînge, ji ber ku me ew qanuna ku di dema Musollînî amade bubu stendibu. Gelek pirsgirêk di wê qanunê de hebun, ne tenê ji alî azadîya bîr u bawerîyan, mesela ji bo sucên dijî can u malê da cezayên nehevber danîbun, cezayê sucên dijî malî ji cezayên sucê li dijî canê însên girantir bun. Ê ev, helwesteke ji faşîzma Îtalya yê buye u bîr u bawerîya wanî wê demê dîyar dike u ev ne rast bun. Lê belê bi vê qanuna nu ev tişt hatine rast kirin. Li dijî nijadperestîyê bend hatine saz kirin, cezayên gelek giran ji bo suc u sucdarê îşkence kirinê hatine saz kirin di vê qanuna nu da. Nêzî sêsed u çarsed bend hatine saz kirin u guhertin, bêguman em tenê bi kurtayî karin van bînin zimên. Ev guhertinên baş bun, lê wek ku me gote , ji ber ku çêkirina qanun, parîkî bi ecele buye, kêmasî derketine, nexasim ji alî azadîya dîyar kirina bîr u bawerîyan ve,ji alî azadîya çapemenîyê ve, bendên ne rast ava bune. Vêga ev, têne nîqaş kirin u ez bawerim an jî bêjim ku ez dixwazim bawer bikim ku iqtidara me yî sîyasî bi xwe jî hatîye vê merhalê ku têdigihîje vana teva. Di vê pêvajoyê de bi guhertinan ewê Tirkîye, qanuneke cezayê li gora pêdivîyên xwe amade bike. Ev qanuna nu dijbe qanunên Îspanya u welatên piştî ku Yekîtiya Sovyetê hilweşîya derketibun meydanê . Ev yek gelekî normale u lazime jî ku bi vî awayî be. Ev rewş weke rewşa bardaxeke nîv tije ye, meriv kare bêje nîvê bardaxê vala ye u meriv kare bêje nivê bardaxê tije ye jî. Ez bi xwe dibêjim, nîvê vê bardaxê tije ye. U kêmasîyên ku hebin jî di pêvajoya paşerojê de wê bê rast kirin u Tirkîye wê bibe xweyî qanuneke cezayê, yeke baş.

VOA-3) Di nav raya giştî de, li derveyê Tirkîye, bi taybetî pirsgirêkên di derheqê zîna yê u kêm kirina cezayê mirovkujîya namusê de guftugo hatibun kirin ji bo vê qanuna nu, gelo win li ser pirsgirêkên azadîya dîyar kirina bîr u bawerîyan çi difikirin?

Ergîn Cînmen) Vêga ji alî zîna u cezayê mirovkujîya ji bo namusê ve tu kêmasîya vê qanuna nu tuneye. Berî vê hebun lê bi vê qanuna nu ji van herdu sucan re jî cezayên bi bandor hatine saz kirin . Ev mirovkujîîyên namusê jî evbun, Di nav malbatê de ku jin bi mêrekî derveyê malbatê re raza, malbat biryar distend ku jinê bikuje u li gorî qanuna kevn ve ev ji bo kesên ji malbatê bin u ku fiîla kuştinê bicîh dianîn dibu sebebê kêm kirina cezayê mirovkujîyê. Lê di qanuna nu de, ji vê u pê de ev ne mumkune u mirovkujî yên li gorî adeta u ji bo namusê ewê wek ceza yên din bêne ceza kirin. Ev gelek grînge. Pirsgirêk di derheqê azadîya dîyar kirina bîr u bawerîyan de hene, lê ev pirsgirêk di nav civakê de bi awayekî gelek xweş tên nîqaş kirin. Kes li dijî nîqaş kirinê ne sekinî u ne bi huquqê ne jî fîîlî ev nîqaşkirin nehatin sekinandin . Bi vî awayî, vêga, civak dikare dengê xwe bi hêsanî bigihîjîne iqtîdara sîyasî. Ev muhîm e, ev grînge. Azadîya rojnamevanîyê bêguman grînge, ev azadîyeke ku Tirkîye tucar dev jê bernade an wê bernde, azadîya dîyar kirina bîr u bawerîyan azadîyeke ku Tirkîyê, di dinyayê de dev jê bernade, ne mumkune ku meriv li ber vana ber bi paş ve biçe, Ez dikarim bêjim ku her kî çi dibêje bira bêje, îro rojnamevanî li Tirkîye ji vî alî ve gihîştî ye.

VOA-4) Birêz H.Kaplan, çavkanî u peymanên li ser mafên mirovan çi cîhanî çi herêmî bin, ku Tirkîye bi mor kirina wan ketiye bin deynê ku wan bîne cîh. Ji vî alîyî ve ku meriv li vê qanuna nu binihêre bi dîtina te ev qanun çi anîye u çi dibe ?

Hasîp Kaplan) Vêga lazime meriv vê yekê bibîne, qanuna me ya ceza yê, ji berî heftê u heyşt salane. Yanî ev dem dema piştî Şerê Yekemîn ya Cîhanî u dema damezirandina Komara Tirkîyê’ye. Li gorî rewşa wan salan di bin tesîra qanunên cezayê, yên Alman u Îtalyana’de maye. Piştî Şerê Duyemîn ya Cîhanê, di ware mafên mirovan de gelek pêşketin çêbune, nexasim, qebul kirina Beyanname ya Cîhanî li ser Mafên Mirovan, saz buna Neteweyên Yekgirtî, parastin u temînata gelek mafên bi bingeh, ji alî herêmî ve jî, saz kirina Komîsyona Ewrupa’yê u tevî vê Komîsyonê, saz kirina Dadgeha Ewrupayê li ser Mafên Mirovan u saz buna mekanîzmayên bi destur dana dad kirinê li pêşîya vê dadgehê , dîsa di dinyayê de mor kirina Peymana Amerikanîyan li ser Mafên Mirovan u saz kirina Dadgeha wê u peymana Efrîqa yê li ser Mafên Mirovan; ev tev ji mafên mirovan re huquqeke cîhanî ava kirine. Qanuneke Cezayê ku 78 salî ye li hember van guhertinên teknîkî, zanistî, sîyasî, u civakî kevn bu bu. Ev guhertin weke pêdivîyeke bi lez u bez dîyar bu. U bi xêra berendametîya Yekîtîya Ewrupayê jî qanuneke cezayê ya nu çêkirin. Ku meriv ji vî alîyî ve li meselê binihêre, wek ku saz kirina cezayên li dijî îşkencekirinê guhertineke muhîm e, u herwekî din, bendên li ser êrîşên cinsî u mirovkujîyên li ser namusê, mesela zînayê, li Tirkîye bi xebata rêxistinên jinan u nexasim di Baroyan de xebata komisyonên jinan gavên girîng li ser mesela firq u cudayî yên di navbera jin u mêran de hatine avêtin. Qedexe kirina firq u cudahî kirinê xistine nav vê qanuna nu ku insanan li dijî firq u cuda kirina bi ziman, bi cins u bi olî diparêze. Di qanuna nu da, tomar kirina dengê kesan bê destura wan, wek sucek hatîye saz kirin. Jiyana kesanî tê parastin, agahîyên di derheqê kesan de tên parastin ku derî li ber kom kirina belgename u zanyarîyên li ser kesan bi rengekî veşartî -ji alî dezgehên dewletê ve- bê girtin . Tê de herwiha behsa Dadgeha Cezayê a Navnetewî tê kirin. Ji bo şuna hepskirinê, nexasim ji bo hepis kirina kurt re hin rîyên nu u nujen saz bune . Hê jê jî grîngtirîn, sucê qirkirinê saz kirine. Wek ku tê zanîn, Dadgeha Navnetewî li ser Sucên Şer, Dadgeha Cezayê a Navnetewî ev tev di nav babetên huquqa însanî de ne. Herwiha tê de beşek bi nave sucên li dijî însanetîyê saz buye. Bi dîtina min ev jî grînge jiber ku li gorî pêşketinên huquqa mafên mirovan hatîye saz bun. Ticareta ango firotin u kirîna însên tê qedexe kirin, rê dan u piştevanîya kesan ji bo xwe kuştinê tê qedexe kirin, nexasim parastina mafên meriv î di komputer u internetê de saz bune. Ê ev tev guhertinên bi vî awayî ne ku di qanuna kevn de tune bun u ev gav bi tesîra pêşketinên di mafên mirovan de u bi tesîra Peymana Ewrupa yê li ser Mafên Mirovan ku Tirkîye jî mor kiriye u bi cîh anîna biryarên Dadgeha Ewrupayê jibo mafên mirovan hatine avêtin.

VOA5) Di hin bendan de behsa “Tevgerên li dijî berjewendîyên netewî” tê kirin. Gelo çinin ev berjewendî, dixwazin bi vê gotinê çi bêjin u ji alî çêkirina qanunan ve u ji alî teknika qanunan ve gotineke wiha ku sînorên wê ne kifş u dîyar be bi dîtina te çawa wê bê rexne kirin ?

Hasîp Kaplan) Raste, di nav qanun de nexasim ji alî azadîya rojnamevanîyê ve ev bend gelekî tê rexne kirin. Benda 305’ye ev, bi nave sucên li dijî berjewendîyên netewî hatîye saz kirin. Bi vê gotinê dibêjin qesta wan, şikênandina prensîbên wek tenahîya netewî, yekbuna erdê Tirkîye ye. Lê ev gotinên wiha bê sînor u sucekî ku wiha tîpa wê ne dîyar, dema ku meriv li daxuyanîyên parlamanê ji bo vê gotinê dinihêre ku mînaka li ser Qibris u pirsgirêka Ermenî tê de tê nîşandan, ev bend weke bendek ku ji lastîkê çêkiribin e, tu sînor jê re tune u di qanunde cîh girtîye. Lê di benda 90’a Desturê de dibêje ku, “Eger Peymanên navnetewî u qanunên di nav welat de hev negrin, lazime ewwil şertên Peymanê bêne cîh”. Lazime ev kêmasîyên bi vî awayî, ji alî hukumetê ve bêne rast kirin ku sibê ro, pirsgirêk, derneyên meydanê, derî li ber azadîya rojnamevanîyê neyê girtin. Ji ber ku di qanuna kevn de çapemenî nexasim nerazibuna xwe jibo benda 159’an dîyar dikir ji ber ku ev bend ji bo suca “Kesanîya manewîyata hukumetê” saz dikir u herwisa benda 312’ya qanuna kevn, yek ji vana bu. Herçiqas, şerta şiddetê xistibin nav van bendan di qanuna nu da, dîsa jî lazime liser van bendan li gorî Peymana Ewrupayê li ser mafên mirovan guhertin çêbikin. Li gorî daxuyanîyên Wezareta Dadê, li gorî biryarên Dadgeha Ewrupayê li ser Mafên Mirovan u bi alîkarîya Baro u rêxistinên nehukumetî, ewê guhertin di nav qanun de çêbikin . Bi guhertin u baş kirinên wisa ez bawer dikim ku ewê pirsgirêk, yek bi yek çareser bibin.

VOA-6) Di dawîyê de bi bawerîya we her duwa, Tirkîye, ku welatekî xweyî komek pirsgirêkan e, bi vê qanuna nu, van pirsgirêkan çareser dike an yegcar aloz dike ?

Ergîn Cînmen) Berî hertiştî, li pêşîya Tirkîyê pêvajoyeke ku nikare jê dagere heye u ev pêvajo jî ya berendametîya Yekîtîya Ewrupayê ye, u ev pêvajo weke armanceke netewî li pêşîya Tirkîyê ye. Ji ber vê jî hemu hukumet mecburin ku di vê pêvajoyê de çi lazim be bînin cîh. Mumkune ku hin astengî derkevin, lê belê dîsa jî piranîya civakê dixwaze ku ev pêvajo temam bibe. Ez bixwe bawer dikim ku paşeroja Tirkîye ji vî alî ve vekirî ye, Tirkîye xweyî nifuseke gelek şipl e. Ez bi rastî bêjim; berî deh salan min bixwe newêrîbu ku ez van tiştan bêjim, li ser van mijaran bi axivim. Yanî ku meriv li deh salên buhurî dinihêre meriv dibîne ku ji alî mafên mirovan ve u ji alî armancên ku civak ji xwere danîye pêşîya xwe ve, Tirkîye bi alîyekî gelek baş ve diçe. Wek ku em bêjin, îşkencekirin li gorî berê gelek kêm buye. Sebebê vê jî ne ku dewlet di vê meselê de zêde xweyî biryar bu, lê ya jê jî çêtir; wek ku parezger di girtina kesekî de li ber îşkence kirinê sekinîn, ji ber ku bi Qanuna Cezayê u bi Qanuna Dadkirina Cezayê hukmên nu ji bo parazgerîya mecburî hatibun çêkirin; yanî ji bo sucên ku cezayên wan ji pênc salan zêdetir bin ew kesê ku ji ber wî sucî hatîye girtin, mecburîyet heye ku jê re parazgerek, evuqatek bê peyda kirin. Ev tev tevger u helwestên gelekî bi pêşketî ne. Dema ez çav bi van tişta dikevim bawerîya min zêde dibe ku li Tirkîye tiştên baş jî mumkun in. Bêguman asayî ya rewşa sîyasî jî grîng e u lazime ku guhertin di rejîmêde zêde çênebin lê ez di vê meselê de zêde ne bê bawerî me, ez dixwazim vê bibêjim.

VOA) Kerem kin birêz Kaplan.

Hasîp Kaplan) Ez dixwazim ku vê bêjim, ev di dîroka Komara Tirkîye ya heyştê salî de di vê pênc salên derbasbuyî de di ware mafên mirovan, huquq u demokrasîyê de gelek gavên gring hatine avêtin; cezayê îdamê hatîye rakirin, destura perwerdeya bi zimanê zikmakî hatîye dan. Ji alî huquqa mafên mirovan ve reformên grîng hatin çêkirin. Bêguman dema win di qanuneke heftêuheyşt salî de reformên li gorî prensîbên nujen u cîhanî çêbikin, ewê gelek tişt têde bêne guhertin, tew zimanê wê jî tê guhertin. Lê ev nayê wê mane ku ev guhertinên ne başin, bêguman ewê astengî derkevin bi kar anîna vê qanunê de lê ev ji bo Tirkîye fersende ku van astengî u kemasîya bi vî awayî bibîne u wan rast bike. Ev tev bendên wisa ne ku tê de guhertin mumkun in, heke raya giştî van wek kêmasîyê bibîne ewê parlaman bêguman karibe tê de guhertinan çêbike. Lazime meriv ji vî alîyî ve li meselê binihêre. Bi dîtina min Tirkîye, ji alî mafên mirovan, huquq u dadkirina cezayê ya nujen ve gelek reformên grîng anîye cîh. Nexasim ji alî azadî u mafên kesanî ve, dadgehkirineke rewa, îşkencekirin, ewlekarî u azadîya kesan de gelek gavên grîng hatine avêtin, lazime meriv vana piçuk nebîne. Bi behskirina kêmasîyên wê, van grîngîyan jibîr kirin, bi ya min ne helwesteke raste. Mumkune ku pêdivîya bi perwerdeyê li ser van guhertinan hebe u dadyar, dadpirs, parezger u mamostayên li zanîngehên huquqê de jî lazime li ser van guhertinan bên perwerdê kirin ji ber ku bi bawerîya min di vê demsala ku bi kar anîna komputer u înternetê meriv dikarê gelek zu van teva bîne cîh. Ji xwe waye wezareta dadê jî li gelek dadgehan komputeran belav kiriye. Bi vî awayî ez bawerim ku zehmetîyeke mezin wê çênebe di perwerde kirinê de. Ya grîng ewe ku meriv bi van guhertinan bawer be, heke bawerî hebe ev tiştên hurik ne grîngin, li pêşîya meriv ne astengin. Ev bawerî, van reforman bi pêvajo ya Yekîtîya Ewrupayê ve grêdaye. Ku ev bawerî bi vî awayî bi dome, bê tengasî merivê karibe vê qanunê li gorî dilê xwe bi kar bîne. Ez bixwe bawer nakim ku ev qanuna nu wê di civakê de bibe sebebê pirsgirêkên nu, ewê derfeta bi karanîna mafên gelek nujen bide me , ez bi vê bawerim. Herkes mecbure ku vê yekê zanibe, hîn bibe, bixwaze u bi kar bîne.

(Ev hevpeyvîn ji alî hevkara me Evîn Hanish ve hatîye amade kirin. Heke tu bivêy ku li vê hevpeyvînê guhdarî bikî, vê fayl a dengî li ser vê perê klîk bike)

XS
SM
MD
LG