Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzêt parastina Erebistana Saudî heft bergûmanêt endamêt el-Qaîde kuştin di şerekê dijwarda li bakura welatî - 2005-04-04


Hêzêt parastina Erebistana Saudî dibêjin wan heft bergûmanêt endamêt el-Qaîde kuştîne di şerekê dijwarda li bakura wî welatî.

Peyvdarekê wezareta navxwe îro gotin ew milîtan li devera el Ras hatine kuştin nêzîkî 300 kîlometra li bakura Ryaz.

Karbidestêt nexweşxanê ragehand bû ku 35 kes ji hêzêt parastinê di wî şerî da biryndar bûne ku dû roja kêşabû.

Vî şerê duhî dest pêkir demê hêzêt parastinê rexnêt taxekê girtîn û li wan kesa di geryan ku têkelî digel wê rêxistîya tîrorîst hebûn.

Hikumeta Saudîyê dest bi bizaveka dijî tîrorê kir her meha pênc sala 2003 piştî milîtanêt ser bi al-Qaîde dest bi jimareka hêrişa kirî dijî avahîyêt hikumetê û armancêt welatêt rojava.

XS
SM
MD
LG