Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Okranya Vîktor Yoşçînko seredaneka çar rojî bo Emerîka dest pêkir  - 2005-04-04


Serokê Okranya Vîktor Yoşçînko seredaneka çar rojî bo Emerîka dest pêkir bo baştir kirina têkelîyan navbera herdû welatan û peydakirina piştevanîyê da welatê wî bibîte endam di NATO da.

Rêzdar Yoşçînko nuha li Seraya Sipî ye digel serok Bush kom dibît piştî hingî dê çîte Şîkago ku jimareka zor ya Okranîyêt Emerîkî li wêrê hene.

Peyvdarekê Seraya Sipî dibêjit ji rêzdar Yoşçînko nahête xastin da careka dî hizra xwe di vekêşana hêzêt Okranî da ji Iraqê bikeneve.

Peyvdarî got li jitêvla hindê serok Bush dê supasîya Okranya ket ku harîkarî kirî bo tenahîya Iraqê ku berev dymukrasîyê diçit.

Roja heynî peyvdarê seraya sipî Okranya bi hevkar li sitratîjîya Emerîka dazanîn. Û evejî guhorîneka yêkser dyar diket di têkelîyêt Emerîkî û Okranîda piştî xwenîşandanêt mezin ku buyne eger rêzdar Yoşçînko par bête serdest helatê.

XS
SM
MD
LG