Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn qayil buye ku çar gemîyêt cengî bifiroşite Pakistanê. - 2005-04-04


Karbidestêt berevanîya herdû welatan dibêjin ev rêkeftine hevkarîyeka berevanîyêye navbera herdû welatan.

Ev rêkeftine hate ragehandin piştî seredaneka sêrojî ya serok wezîrê Çînê Wên Cya Baw. Karbidestêt Pakistanî dibêjin rêkeftin dê şyana hêzêt behrî zêde ket. gemîyêt F-22P dê hindek helîkopterêt taybetî digel bin bo şerê dijî nuqava û muşekêt erd bo heway û yêt erd bû erdî û systemêt dîyêt berevanîyê.

Çîn yêke ji welatêt serekî ku çek û amîrêt leşkerî didete Pakistanê. Herwesa hikumeta Pikînê harîkarîya Pakistanê diket bo çêkirina tanka û ava kirina sazgeheka navokî li benderekê li Behra Erebî.

XS
SM
MD
LG